Komîta destûr bêhêvîya sûrîyane di rikberîyê de!


 

 

 

Şoreşa Sûrî di qonaxin pir sert re derbas bû ji destpêka xwe de û rikberîyek ji hêla dewletan de li ser hate ferz kirin beramberî piştgêrîya darayî, lomajî gelek hêl girtin li dirêjîya van salan li gel belayê komelin çekdar di bin navê (rikberî)de ewjî di rastîya xwe de berik bûn bi fermanan diketne tevgerê li gor bercewendîyên navdewletî û herêmî şoreşê ji rewşa biserketinê dûr dixînin di riya bihevxistina şerin navxweyî di aşkeriya xwe de kêferat li ser navçeyin bidestxwe ve anîne lê di rastîyê de lawaz kirina hêzin çekdar ê şoreşê yên ku şerin bê hempa li dijî hêzên rijêmê rû dane da ku karibûn du pare qada Sûrî bi dest xwe ve bianîna, ew bû ku bû bihane ji Rûsan re destêwerdan leşkerî li nava axa Sûrî bikin bo parastina rijêmê ji ketinê li sala 2015.

Bi serketinin şoreşê re komela navdewletî ya palpiştî li xelkê Sûrî kir Rûsya bêçare kir ku pirojeya Emerîka ya pêşkêşî asayîşa navdewletî kir li ser erênî bike, ya ku raya tevayî bi erênî qezenc kir bi deqa biryara nimre /2254/ li 18 çeleyê pêşîn sala 2015 de. Ewa ku bi aşkereyî tekez dike li ser rawestandina şer û gîhaştina lihevkirineke siyasî ji rewşa Sûrî re bi avakirina desteya desthilatdarîyeke veguhêz xwedî bawermend ji tevayî pêkhateyan be, û kar li ser veguhêza sîyasî bibe bi serpereştîya netewin yekbûyî, li ser bingeha daxuyanî ya Cinêvê û daxuyanîyên Viyêna, û pişt re pabendî hêla nivîsandina destûrekî nuh bibin ji Sûrî re û hilbijartin bi serpereştîya navdewletî bête kirin bi demekê re ku tevayî êrişin li dijî sivîlan rawestin bi yekser û bihêlin alîkarîya mirovî bighêje yên dorpêçkirî û yên bi hewce, her wehajî biryardarbin bi komela navdewletî ya palpiştin ji xelkê Sûrî re ku ew navenda tevgerîdare bo qolaykirina hewlin netewin yekgirtî ye li gel girtina her tevdîrekê bo avakirina bawerî ya ku tevlî karpêdana sîyasî bibe.

Biryara yekane bû ya ku xelkê Sûrî hêvî li ser ava kiri bû, lê tiştê ku bûyî piştî destêwerdana leşkerî ji hêla Rûsan de lêdana biryarê li rûyî dîwar bû ji hêla Rûsya de û riyake din da ber xwe, cewhera wê leşêerî bû bi rûyekî sîyasî bo rakşandina doseya Sûrî ji Cinêvê û sîwana navdewletî ji ser doza Sûrî hilînê bi lihevkirineke navdewletî û destpêkirina hevdîtinin Astana di navbera " rikberîya çekdar û rijêmê "de li gel pabend bûna bi şerê terorê wek serekeyê serkarê rijêmê ya pebendîdare bi palpiştîya Rûsan ya leşkerî û Sîyasî tevlî hevparîya Îranê jî di warê leşkerî de ji destpêka şoreşê de.

Ji encama cirîdin Astana de ti berhem nehatin vedan tenê biryarkirtina avakirina herêmin (kêmkirina şer) di rastîyê de ew radestkirina herêmin azad ji bo rijêmê bûn û komkirina komelin cekdar li herêmin di bin kontirola Tûrkî de û herêmin gundewarê Îdlib û Hema. Bo çêkirina rewşekê ku bibe sedema destpêka çareserîya sîyasî. Lê ev yekajî nebû wekî em niha dibînin ku topbarandineke bodleyî li ser herîmên rikberî rû didin li gundewrin Îdlib û qurbanî bi dehanin di rojê de.. lê nemaze bo mijara avakirina komîta destûrê ya ku birya berî du sal û nîvan pê hatibû standin û her car dilukumî li ber astengîyên rijêmê bi bihaneya ku para yeketîya navdewlet parek ji sê parane dibêjin ku li vê dawî lihevkirinek li ser çêbûye we bazarekê di navbera desletin bi bandor, lê pirsa herî giring tê pirskirin Îro ewe, rêjeya serketina vê komîte çende heger rast hate avakirin ku ne rijêm û ne jî Rûs bawerîya wan nayê îlle bi çereserkirina leşkerî, ew û Îranî jî li gel wan dê vê komîtê bi kar bînin ji bo kuştina demê da ku rewş ji bo wan werê kanibin bi leşkerî şert û mercin xwe li ser rikberî û komela nav dewletî ferz bikin di demekê de ku axa wela bi tevayî bikevê bi kontirola hêzin rijêmê. Û rikberîjî xema xwe ya pêşîn ewe ku cîyê xwe biparêze di karê sîyasî û diblomasî de û razîbûna dewletin alîkar ji wan re û yên bi bandor li ser rewşa Sûrî biparêze.

Lê eger komîte hate damezrandin û destûr çêbû, kîye ewê rewamendî bide destûr? Netewin yekbûyî yan jî encûmena gel ya rijêmê? Çawa xalin destûr bête cîbicîkirin û yasayin bi bandor hîna li ser kar dibin, bê guman ew vacayî xalin destûrin jî? Lomajî, belkî avakirina destûr bi salan dirêjî bide li ber guftogo û dîyalogeke li ser şirovekirinê di nibûna desthilatdarîya veguhêz ya ku diba serpereştî nivîsandina destûrekî nuh bikira di qonaxa veguhêza sîyasî de li welat bi serpereştîya navdewletî bi palpiştdana daxuyanîya Cinêvê.

Loma jî, rikberî tewanbare bi erêkirina li ser avakirina komîta destûr û derbaskirina cewhera biryara encûmena asayîşê 2254. Ew kete xefkekê ku nikere jê derke ve, bawer dikim yek dergeh jê re maye ku bang bide bo destêwerdaneke navdewletî di riya netewin yekbûyî re û sûrî bixne bin rêveberîya navdewletî bo cîbicîkirina encûmena asayîşê. Ji nuh de ku bawerî bi rijêmê û rûsya nemaye piştî hewqas qurbanî! 

 

 

 

 

Ahmed qasim

Serokê beşê kurdî 

Whatsapp