Sawira kujer


 

Astana pêpirkeke sawiran di hişên hinan de yên ji xwîna xelkê Sûrî têr nebûne diweşîne. Ewê ti çareserî sîyasî pêş nexistine, û şer ranewestandî ye, ji ber tevgera xwe ji dervayî yarîgeha ku lê hebûna Sûrî bi pêgeh û bi biryar hebe! Loma jî, divê ev dûmana ji pêpirkê bê hilanîn ji ser çavê yên ku bawer dikin ku Astana çoyê sihirbazî di destda ye wê keftûlefta li ser Sûrî bi şêwakî sîyasî çareser bike, ma dam çekdarî feşel anî, tenê di wêrankirina Sûrî de û kuştina zarokin wê û penaberkirina nîvê hewlatîyên wê de bi ser ket!

Hikometa Rûsî ji xelkê xwe re nişan dide ku di tevlêbûna wê di şerê Sûrî de çekên xwe dadxe firotanê, her weha jî çekên nûjen dide ber ezmûnan da bazirganan ber xwe ve rakşîne û bazara firotinê fireh bike, ev bi şêwakî piropaganda ji gelê xwe re. û ew di bataxa miriq û herîya Sûrî de di dor hev re di nava girêkên wê de digere, di encamê de Îran li karê ye li gor siyaseta xwe ya bi rê ve dibe li Sûrî.

Ji hêla Emerîka de, doz bi şêwakî dine, ewê dest danî ye ser cugrafîyekê  %40 jêdera aborîya Sûrî ye nemaze ji petrol û jêderin çandinîyê li rojhilatî feratê, ne bi pêwistîya şerekî li darxê li dijî hêlin din re, lê ji bo xwe hêla û xêzên sor nîşan daye ku qedexeye ji tevayî hêlin din re wan xêzên sor derbas bikin ber bi desthilatîya wê ve. Ji bow ê jî ferehbûneke fireh heye ku tê de yarîyê bike di ber kevîya deryayekî ji miriq û herîyê bê ku di navkeve bi kûranî.

Yanî lîstik dirêj û bi girêke, ew lîstikvanê ku xwe di yarîgehê werkirî bê xweparastin nemaze ji guhertin û teqlebûna rêbaza lîskê, bawer dikim poşmanî jî wî felat nakê, û ti rêgehe mijarî ji bo vegera bi paşva jî bi dest nakevê.

Xuya ye ku hinek hewl didin Sûrî ji dora xweyî navçeyî veqetînin, û kirîza wê dorpêç bikin, lê rastî dibêje: rewşa Sûrî ji encama kirîzin toj û girekor, bi dehan sal civaka navdewletî feşel anî û nikanibû çareserî jê re bidîta. Yan jî xwe jê da hêlekê û rêvebirina kirîzan di nav destê dewletin bi bandor û xwedî bercewendî de hîşt bo hîştina van kirîzan, ji ya Filestînê de, û şerê navxweyî ya Libnanê, ya werzên wê hîna bi dawî nehatine ta Îro, teve kontirol kirin û desthilatdarî destdirêjîya xwe di nav mofirkin hikometê de li wir, pêvaçûna encamin herdu cengin kendavê û êxistina Sedam Husên li Bexdê, ku Îraq hîştin wek ferehîyekê ji berdan-berdanê re û hêlûna terorê re, ta pêvagîhana gihîşte Sûrî ya ku kula kêm girtî teqîya ji rûyê desthilatdarî ya Esed de, û ji heyşt sal û nîvan de hîna teqîn berdewame.

Ev bi tevayî nabe bibe teşîya diyalogê li ser mêzeya Astana, û ewên lê amade bûne tenê jib o firotana zîwana li ba wan mayî lê ew kesên ku dikirin jî nema dibînin.!

Doza Sûrî bûye dozeke navdewletî di kûranî de, ti çare jî jê re naye dîtin li dervayî ofîsin Encûmena asayîşê, di riya ku Sûrî bi nûnerbê ji hêla gel û desthilardarîya setemkar de, piştî girêdana kongirekî niştîmanî gîştî di nav de desteyek wek nûnertî bête hilbijartin, kanibe guftogoyê bi hêlin pêwendîdar re bike li bin sîbata Netewin Yekbûyî de, ji bo pêkanîna bercewendîya gelê Sûrî di nava va navçeya girêk de, ya ku bi ser deryake girgîn ketî û rêberîya xelas bûna xwe wunda kirî ye heta vê hewşê bi kêmanî.

 

 

Ahmed qasim

Serokê beşê kurdî

 

 

Ahmed qasim

Serokê beşê kurdî 

 
Whatsapp