Efrîn.
Carna di nav pêlên
Bê zariya min de
Gulek şîn dibe.
Carna di nav pêlên şahiyên
Hestên min de
Bê zariyek berdavê.
Lê eger dilop
Ji çavên min diherikin
Ez bi wan evînek nûh dimeyînim.
Eger ez bêriya kenînên
Dayka xwe dikim
Tevildanê ez dibezim
Nav kolanên bajarê xwe
Li hemû pîrejinan temaşe dikim.
Ebdil Mecîd Şêxo