Li bîranîna komkujî ya Gota


Roja 21 tebaxa vê salê bîranîna şeşemîn ya komkujîna Gota ya rojhilatê tête pêşîya me ya ku tê de rijêma Esed çekê kîmawî bi kar anî û bû sedema şehîd kirina 1400 kesî ji wan 426 zarok bûn.

Li dawîya tebaxê wilayetin yekbûyî " gumanin bi hêz " raghand ku rijêm berpirse ji ber êrişê de. Û li roja 16 îlonê de netewin yekbûyî rapora pisporin xwe yên lêkolîn kiribûn di êrişê de belav kir, di naverokê de " nîşanin aşkere " hebûn bikaranîna gaza sarîn. Û berî wê bi du rojan, lihevkirina Emerîka/Rûsiya li Cinêvê li ser jihevxistina cebilxaneya kîmawî ya Sûrî hate îmze kirin, bo bidûrxistina rijêma Şamê ji lêdaneke rasteqîne ji hêla Wşunton û Parîsê de.

Tiştekî tirsanek sebaret ji Sûrîyan re û mixabin bû ji hêvîyan re li derbarê civaka navdewletî de di pêşî de Emerîka û Rûsya yên ketne bazarê û destê rijêmê berdan da bîtir kuştin û tawanan bike li beramberî derbaskirina siyasetin xwe yên şoreş dane ber du rêkan " yan xwe radestî îradeya rijêma tewanbar bike yan jî ji ber mirina li şopa wan di her perçekî welat de birevê ".

Bi dûbarekirina bi karanîna kîmawî piştî ku Rûsiya tekez kiribû " ku rijêmê tevayî cebilxaneya xwe ya ji çekin kîmawî radest radest kirîye li gor lihevkirina Emeîka û Rûsiya " lê li salin bi du re li gelek herêman êrişan rû dan li dijî welatî yên sivîl bi gazin jehreyî ji kulor û xerdel, ya ku rapora netewin yekbûyî tekez li ser kir di çiryayê pêşîn de li sala 2016 de dibêje " balefirin hîlyokopter yên hikometa Sûrî bermîlin dagirtî ji gaza kulorê bi ser herêma ( bakur û rojavayî Idlubê ) de berdane. Ji bilî tekezîyin şandeyin navdewletî û rêxistinin mafin mirovan rijêmê bi sedan car ew gazin jehreyî bi kar anîn bo heta kanibê jimara kuştîyin welatîyan pirtir bike. Wekî ku rijêmê cara yekê li xwe na ku li bal çekên kîmawî heye, û pê guruntî dabû welatin rojava eger destêwerdanê bikin wê li dijî wan bi kar bîne, li ne li dijî gel, ew yek li roja 23 tîrmeha 2012 de bû. Lê ew li dijî gel hate bi karanîn û wela hate berdan ji destêwerdanin dewletan ve û serwerîya welat hate wunda kirin û berdan berdanek bi tirs belav bû.

Ne tenê komkujîna Gota ya rojhilat li 21 tebaxê sala 2013 ya yekemîn yan jî ya dawî bû ku rijêmê tê de çekin kîmawî bi kar anî, lê berî wê jî bajar û hin şûn li Sûrî kiribûn armanc berî vê demê. Û piştî wêjî wekî min anîye ziman!

Lêkolînvan û çavdêr dibîni " dest sist kirina rêvebirin Emerîka û dewletin rojava di karpêdana van tawanî yên talûke yên rêjîm pê rabû bû, ji li xwenayîna aşkere ku xwedîyê çekê kîmawî ye, û rûnkirina doza bikaranînê di navbera înkar kirin û daxwaza lêkolînê de, ew tê vedan ku êrişa mezin bibe ser bajarokin Gota ya rojhilat û Mademîyê li gundewarin Şamê, li tebaxa 2013 ".

Ji tiştin min anîye ziman dixwazim bi aşkereyî nîşan bidim ku helwêsta navdewletî ji destpêka şoreşê de berî li rûnkirina rewşa Sûrî bû û ber bi kêferateke navdewletî de diajot tevlî têveçandina îradeya xelkê Sûrî da ku rûyê dozê bi tevayî ji şoreşa rûmet û azadî yê teqleyî cerdavanîyeke wekî şerekî nav xwe nîşan bidin li hêlekê, û şerê di navberî rijêm û terorê nîşan bidin li hêleke din. Û ew piştgêrîya radghandin ji şoreşa xelkê Sûrî re li dijî rijêmê encamp jê temenê şer dirêj bikin û komelin terrorist berdine nava Sûrî bo pîlanin xweyin amadekirî ji hêla wan dewletin xwe pêşde didan cîbicî bikin. Ya na çawa dewlet li hev civîyan bo sezakirina Sedam Husên bi tometa ku xwedî çekin kîmawî ye û ji ber çavdêrîyê direvê, lê Esed bi xwe li xwe nayîye ku li bal wî çekê kîmawî heye û li dijî bêgunehan bikar anîye, û qurbanî bi hezaranin ji kuştî û birîndaran, tevî ku ji ber radestkirina tevayî wan çekan rivyaye ji ber rêxistina navdewletî, û ev yek hatîye sepandin di bikaranîna wan gazin kîmawî bi sedan car piştî radestkirina hindek ji cebilxaneya xwe ji rêxistina navdewletî re bê seza û lê pirsîn dimîne.

Ev te wateya aşkere û beloq ku civaka navdewletî berpirsyare ji ber tawanin rêjîmê ve li dijê gelê Sûrî, di pêşîya dewletin encûmena asayîşê de Rûsya ye ya ku encûmen kulapçek kiribû bi riya bikaranîna VÎTO li hêla bikaranîna kîmawî, Emerîka jî ya ku destsistî bikar anî û siyaseta rêvebirina tevlihevî bi kar anî bê ko sînorda bike.

Mayîn û payedarî ji şehîdên şoreşa azadî û rûmetê re. serketin ji qêrîna gelê Sûrî re di berdewamkirina şoreşê de. Şerm û fehêt ji civaka navdewletî re ya ku gelê Sûrî bi tenê li beramberî tawanê rijêmê hîşt. Mirna werwerîn ji rijêma tawanbar û serokê wê yê hovane re yê hîn ji xwîna Sûrîyan têr nebûye.

Ahmed qasim

Serokê beşê kurdî 

 
 
 
Whatsapp